Îdiaya girtiyên di girtîgeha Panosê de hatine dehdîtkirin
- 12:01 4 Nîsan 2019
- Rojane
AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat îdiakirin ku Mudurê duyemîn ji girtiyan re gotiye, "Ez dewlet im, hûn ê hemû li vir bimirin" û ew tehdît kirine.
Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat îdiakirin ku girtiyên li dijî tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ji aliyê Mudurê duyemîn ê girtîgehê ve hatine tehdîtkirin. Girtiyên ku duh bi riya malbatên xwe ji der ve re agahî şandin diyar kirin ku Mudurê girtîgehê yê duemîn ji girtiyan re gotiye; "Ez dewelet im hûn ê hemû li vir bimirin" û ew tehdît kirine.
Herwiha di peyama ku girtiyan ji dervere şand de hat diyarkirin ku vexwarinê nadin girtiyan û 2 girtiyên ku navê wan nehat zanîn rewşa wan a tendirustiyî ber bi xeteriyê ve diçe.