Îdiaya girtiyên di girtîgeha Panosê de hatine dehdîtkirin 2019-04-04 12:01:27   AGIRÎ - Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat îdiakirin ku Mudurê duyemîn ji girtiyan re gotiye, "Ez dewlet im, hûn ê hemû li vir bimirin" û ew tehdît kirine.   Li Girtîgeha Tîpa L a Panosê hat îdiakirin ku girtiyên li dijî  tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  di greva birçîbûnê de  ji aliyê  Mudurê duyemîn ê girtîgehê ve hatine tehdîtkirin. Girtiyên ku duh bi riya malbatên xwe ji der ve re agahî şandin diyar kirin ku Mudurê girtîgehê yê duemîn ji girtiyan re gotiye; "Ez dewelet im hûn ê hemû li vir bimirin" û ew tehdît kirine.   Herwiha di peyama ku girtiyan ji dervere şand de  hat diyarkirin ku vexwarinê nadin girtiyan û 2 girtiyên ku navê wan nehat zanîn  rewşa wan a tendirustiyî ber bi xeteriyê ve diçe.