Nêrînên fîlozofên cîhanê yên jinê û ya Abdullah Ocalan
- 11:23 4 Nîsan 2019
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Felsefe ji aliyekî din jî heqîqet e, heqîqet rastî ye û divê heqîqet neyê berovajîkirin. Bê guman heqîqeta jiyanê, gerdûnî ye. Heqîqeta herî mezin jê jin e. Di vê şopa heqîqetê de gelek fîlozofan keda jinê binpê kirine. Bi gotin û helwestên xwe. Lê Abdullah Ocalan di şopandina vê heqîqetê de jin wekî nirxekî mezin ê cîhanê penase kiriye.
Lêgerîna rastiyê û têgihiştina wateya jiyanê bi salan e didome. Gelek fîlozofan di vê rêyê de hewldanên mezin dane. Di vê lêgerîna bê dawî de Fîlozofê mîna Abdullah Ocalan jin wekî kirdeyek taybet pênase kiriye.
Nêrîna hinek fîlozofan ên derbarê jinê de
Fîlozofê Yewnanî Aristoteles dibêje ku jin tenê kêrî zayina zarokan tê, ew nikare weke mêran tev bigere. Platon jî wiha dibîne ku jin ji mêr kêmtir e û ew gelek xemgîn e ji ber ku kurê jinekê ye. Socrates jî jinê weke dareke jehrkirî û bedew e ku dema çûk jê dixwin dimirin pênase dike. Her wiha Jean-Jacques Rousseau dibêje ku jin ne ya zanistê ye, tenê ya têrkirina cinsî ya mêran e. Friedrich Nietzsche jî dibêje ku jin di rewşa xwe ya herî baş de di asta pisîk, kûçik û çêlekan de ye. Bi giştî çarçoveya jinan a li cem van fîlozofên navdar û ji bilî wan Friedrich Hegel, Sigmund Freud, René Descartes û Thomas Hobbes jî wiha ye.
Di sedsala 21'emîn de felsefeya jiyana azad
Ji bo mijara azadiya jinê gelek fîlozofan nêrînên xwe pêşkêş dikin, hinek erênî û piranî jî neyînî ne. Lê di sedsala 21'emîn de nêrîn û felsefeyeke nû derket holê. Belê fîlozof û şoreşgerê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo bi destxistina azadiya jinê xebateke têr û tîje da meşandin dikarîbû bi riya raman û piratîka xwe çarenûsa gelek jinana buguherîne û gelek jê guhertiye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di mijara dualtiya gerdûnî de wiha dibêje: "Jin weke zayendeke, cudatiya xwe ya biyolojîk heye. Cudahiya cinsî nabe sedema tu pirsgirêkên civakî. Gelo hebûn çima dualî ye?? Bersiva em bidin vê pirsê divê felsefî be. Analîza ontolojîk (zanista hebûnê) dikare li bersiva vê pirsê (pirsgirêk ne) bigere. Bersiva min ev e: hebûn ji bilî dualîteyê nikare hebûna xwe pêk bîne. Dualîte, şêwazê mumkînbûna hebûnê ye. Jin û mêr bi rewşa xwe ya heyî nebin jî ango ne hev-alî bin jî dîsa nikarin ji dualîteyê xwe xilas bikin. Bûyera jê re ducinsî jî tê gotin ev e. Divê mirov matmayî nemîne. Bingehê mirov dikare ji bo mejiyê gerdûnî (Geist) li delîl bigere jî di vê meyla dualîteyê de dikare bigere."
Abdullah Ocalan ji zarokatiya xwe de li hember pirsgirêka jinê rû bi rû dimîne, di destpêkê de dikesayeta dayîka xwe de û paşê jî di kesayeta hevala xwe. Ev yek dibe bingeha lêhurbûna wî.
Jin bûn xwedî rêxstina îdeolojîk û leşkerî
Dema ku Abdullah Ocalan dest bi xebatên rêxistinî di Kurdistanê de kir, azadiya jinê ji bo xwe bingeh girt. Ji bo vê jî yekemîn kongreya jinê di sala 1995'an de li herêma Metînayê tê li darxistin û tê de biryara artêşbûyîna jinê tê girtin û wiha di 1995'an de artêşa jinê YAŞK tê ragihandin. Di sala 1998'an de Abdullah Ocalan îdeolojiya rizgariya jinê pêşkêş dike û xebatên îdeolojîyên jinê dest pê dikin. Di dawiya 1999'an û di destpêka 2000'an de kongreya 2'emîn a jinê tê lidarxistin û tê de Partiya Jinên Karker ên Kurdistanê radigihîne. Abdullah Ocalan di sala 2004'an de ji jinên Kurdistanê re pêşniyar dike ku rêxistineke îdeolojî ya jinê were avakirin. Loma di wê demê de PAJK tê ragihandin. Her wiha di 2005'an de jî Yekîneyên Parastina Jinên Azad (YJA STAR) tê ava kirin. Weke rêxistineke civakî jî di dawiya 2004'an de Koma Jinên Kurd tê avakirin. Bi kurtasî mirov dikare bêje Abdullah Ocalan Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, Koma Jinên Kurdistanê û YJA STAR li ser rêgezên (welatparêzî, Jin xwedî fikir û vîna azad be, rêxstinbûyîn) xebatên xwe didomînine.
Jineolojî zanista jin û jiyanê ye
Abdullah Ocalan di pêvajoya Îmraliyê de di pirtuka Sosyolojiya Azad de zanista Jineolojiyê pêşniyar dike. Abdullah Ocalan dibêje 'Azadiya jinê projeya min a nîvçe maye ye', loma jinên Kurdistanê Jineolojiyê temam kirina pirojeya azadiya jinê pênase dikin. Jineolojî wiha tê bi lêvkirin, riya heqîqetê meşeke şoreşê ye, bi zihniyetê dest pê dike û bi fikir xwe şênber dike, bi hestan rih dide fikran û bi vegerandina nêzikatiyê tê dîtin, ketina ferqa şaşitiyekê rastiyekê bi xwe re tîne. Abdullah Ocalan dibêje 'Jineolojî dikare ji femînîzmê zêdetir armancê pêk bîne'.
Bi vî rengî jî mirov dikare cudahiya di navbera nêzikatiyên fîlozofên cîhanî û Abdullah Ocalan ji bo mijara jinê bide xuyakirin.