Li Êlihê 2 jin bûn keya
- 09:57 4 Nîsan 2019
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê, li tax û gundên cuda 25 jinan navê xwe li ber keyatiyê danibû. Ji namzetan 2 jê bi ser ketin. Keyayên bi ser ketin, diyar kirin ku ya bi ser ketiye têkoşîna jinê ye.
Li Êlihê, di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de li tax û gundên cuda 25 jinan navê xwe li ber keyatiyê danîbû. Ji evana 2 jê bi ser ketain. Yek ji evana keyaya gundê Xincika Emîne Doksal û ya din jî keyaya Taxa Saglikê Fatma Turkan e.
Li gundê Xincika de Emîne Doksal a 26 salî 470 ray û namzetê zilam jî 303 ray girtin. Emîne diyar kir ku ew ê bi awayekî wekhev nêzî her kesî bibe û wiha got: "Niha jî dor hat kêmasiyên gund. Ez ê kêmasiyan tespît bikim da em çareser bikin." Li Taxa Saglikê ya Êlihê jî 8 kesan navê xwe li ber keyatiyê danîbû. Ji evana 7 jê zilam yek jê jî jin bû. Di hilbijartinê de dayika 6 zarokan Fatma Turkan bi ser ket. Ji 8 azayên Trukanê 4 jê zilam 4 jê jî jin in. Turkan wiha axivî: "Ji bo taxê min pir soz nedan, lê belê şêniyên taxê xwestin ez bibim keya. Lê di dema pêvajoya hilbijartinê de tenê min soz dabû ku ez ê ji bo zarokan parqekê çêbikim."