‘Heta deng nedin zindanan em dest jê bernadin’

  • 09:16 4 Nîsan 2019
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ku li dijî grevên birçîbûnê çûn Enqereyê, bi Wezareta Dadê re neanîn cem hev. Malbatên di bin tedbîrên ewlehiyê de hatin sekinandin wiha gotin: “Heta deng bidin zindanan wê berxwe bidin. Em ê jî bikevin greva birçîbûnê. Dixwazin bila me bigirin lê heta deng nedin zindanan em dest jê bernadin.”
 
Heyetek ji 100 kesî pêk tê ku xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de û endamên Înstiyatîfa Dayikên Aştiyê jî di nav de cih digirin  derbarê grevan de ji bo bi Wezareta Dadê, rêxistinên maf û partiyên siyasî re hevdîtinê bikin xwestin biçin Enqereyê lê li navçeya Golbaşî a Enqereyê bi seatan hatin sekinandin. Heyeta ku ji kesên  Wan, Êlih, Amed, Sêrt û Stenbolê pêk dihat û xwest biçe Enqereyê, ji her bajarekî ji bo kesekê destur dan bikevin Enqereyê û malbat di bin tedbîrên ewlehiyê de li Golbaşi hatin sekinandin. Malbatan xwest piştî hevdîtina bi partiyên siyasî re daxuyaniyekê bidin lê polîsan bi hinceta ‘biryara walitiyê’ destur nedan. Malbatên rojekê sekinin û destur nehat dayîn bi wezaretê re hevdîtinê bikin vegeriyan Amedê. Malbat der barê tecrîd û grevê de axivîn.
 
‘Destê me li ser dilê me ye’
 
Dayika Fetullah Yîgît, yê ji 1’ê Adarê de ye li girtîgeha Bandirmayê di grevê de ye, Nafiye Yîgît got ku ji bo bêdengiya li hember grevan xera bikin hatine Enqereyê û wiha got: “Grev hatine astek krîtîk. Li Tirkiyeyê grev wisa dirêj berdewam nekiribûn. Leyla Guven ji bo aştiyê dest bi grevê kir. Zarokên me jî bi heman daxwazê dest pê kirin. Sedema hatina me ev bû ku daxwazên zarokên me bên cih.”
 
‘Bila êdî destê aştiyê şûnde venegerînin’
 
Nafiyeyê di berdeamiyê de diyar kir ku li vî welatî tenê navê edeletê heye û got divê wezareta dadê demildest peywira xwe bîne cih û destê aştiyê êdî şûnde neyê vegerandin. Nafiyeyê ev tişt anî ziman: “Em wek dayik bi salane tevî destmala xwe ya sipî davêjin erdê, şer nesekinî kîn nesekînî. Em dibêjin bila tiştek bi zarokên me neyê, lê dengê me nabihîzin. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe. Ev bêdengî, mirin heta kengê. Tehemula me nema.”
 
‘Grevên birçîbûnê êdî bibînin’
 
Yesîre Tufan ya ku kurê wê 33 roje di grevê de ye da zanîn ku dema tabut ji girtîgehan derdikevin ne rehetin û got: “Em naxwazin li malên xwe runin. Me li ser çiyakî didin sekinandin û nahêlin dengê me bê bihistin. Hemû kesên dixwazin dengê zarokên xwe bidin bihistin davêjin zindanan. Ji bo em ji van re bêjin bes e em hatin vir. Zexta dewletê her roj li ser me ye. Bila êdî me bibînin, banga me li hemû kesî ye. Heta daxwazên zarokên me neyên cih em ê dest jê bernedin.”
 
‘Her parçeyekî dilê min li bajarekî ye’
 
Nazîme Yurek jî got jiyana wê di riyên girtîgehan de derbas bûye û got berê 6 zarokên wê di girtîghê de bû û niha jî du zarok û hevjînê wê di girtîgehê de ye û got: “Zarokên min di grevê de ne. Em bi şev ranazên. Dilê dayikên Kurd tije êş e. Her parçeyekî kezeba me li cihekî ye.Bila êdî dengê me bê bihistin.”