Bedîa Ozgokçe: Em ê ewil daxwazên gelê xwe guhdar bikin

  • 09:06 4 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan da zanîn ku di pevajoya hilbijartinê de tevî zextan gel bi ser ketiye û stratejiya HDP’ê pêk hatiye. Bedîayê daxuyakirin ku ev serkeftin ya jin û ciwanan e, wê destpêkê daxwazên gelê xwe guhdar bikin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di 1’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayînî wê hatibû kirin, di 31’ê Adarê de di hilbijartinên herêmî de namzedên hevşaredar ên HDP'ê  ji sedî 53,79 deng bi dest xistin û bûn hevşaredar. Hevşardarên wê jî Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci ye. 
 
‘Em rastî zexta dewletê hatin’
 
Bedîayê bi lêv kir ku di pêvajoya hilbijartinê de ligel qeyûman rastî polîtîkayên zextê yên dewletine jî hatine û wiha pê de çû: “Ev xebat bi saya baweriya mezin a gel pêk hatiye. Di şertên adîlane de xebat pêk bihata wê serkeftin cuda bûna. Divê em ji vê bawer bin.”
 
‘Hat tehdîdkirin’
 
Bedîayê destnîşan kir ku ligel polîtîkayên tifaqa AKP-MHP’ê, qeyûman jî li navçeyan heman polîtîka meşandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di vî alî de hilbijartinên herêmî gelek zehmet bûn. Tehdîden wekê maeşê xebatkarên şaredariyê wê neyên dayîn, bû sedema windakirin partiya me. Lê gel tevî her tiştî xwedî li îradeya xwe derket. Roja hilbijartinê ji ber şertên ewlehiyê bi taybet xwe gîhandina sindoqên gundan pêk nehat. Ji ber çûyîna gundan çênebû hîle pêk hatin. Me îtîraz kir. Lê ji ber derfeta mudaxaleyê ya me tunebû, encamên hilbijartinê hatin guhertin. Em vê wek windabûn nabînin. Li navçeyên me winda kir, ji ber astengiyan, me têkilî nikaribû danîna. Me şaredariya Mezin bi rêjeyek mezin a dengan girt.”
 
‘ Stratejiya HDP’ê bi AKP-MHP’ê da windakirin’
 
Bedîayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi stratejiya HDP’ê re tifaqa AKP-MHP’ê winda kiriye û got şaredariyên ji qeyûman girtine jî veguherîne wek kavilan û got: “Lê tevî her tiştî bi saya gelê xwe bi saya partiyê Tifaqa Cumhur li Tirkiyeyê winda kiriye. Em ê niha bi guhdarkirina daxwazên gelê xwe dest bi kar bikin.”