‘Li Girtîgeha Şakranê zexta gardiyanan zêde dibe’
- 09:03 4 Nîsan 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Dayika Şehrîvan Çoban a li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye, Nafiye Çoban da zanîn ku zext zêdetir bûne û got 100 gardiyanên nû yên perwerdeya taybet dîtine hatine girtin û di lêgerînên koguşan a 50 gardiyanî pêk tê tehdîd û heqeret tên kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 148’emîn de didome. Piştî grevên birçîbûnê zextên li ser girtî, xizmên girtiyan, parêzer û parêzvanên mafê mirovan zêde bûn. Girtiya bi navê Şehrîvan Çoban jî li Girtîgeha Şakran a A-1 di 15’ê Sibatê de ket grevê û malbata wê diyar kir ku zextên li girtîgehan zêde bûne.
‘2 sal û nîv ceza derxistin 5 salan’
Şehrîvan a li Wanê hat binçavkirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin, 4 sale di girtîgehê de ye. Dayika wê Nafiye Çoban, destnîşan kir ku ji ber tevlî grevên birçîbûnê bûye daxistina cezayê hatiye kirin şûnde kişandine û 2 sal û 6 meh cezayê mabû jî derxistine 5 salan.
Nafiyeyê diyar kir ku keça wê gotiye 100 gardiyanên perwerdeya taybet girtine anîne wir û got hefteya borî alavên wan ên wek betanî, paspas, çarşefa zêde, cilên zêde û her weke din hatine desteserkirin û got di jimartinan de herî kêm 50 gardiyan dikevin koguşan rastî şîdeta gotinî ya weke ‘hûn terorîst in’ tên.
‘Di hevdîtinan de zext û heqaret’
Nafiyeyê daxuyakirin ku gardiyan di hevdîtinan de pirsgirêkan derdixin û wiha pê de çû: “Di hevdîtina 40 deqeyî de em 26 deqeyan man. Her tim heqaret li me kirin. Heta me xatir xwest heqaret li me kirin. Dema em diaxivîn alava guhdarkirinê danîn ser maseyan ku me guhdar bikin.”
Nafiyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku keça wê û hevalên wê diyar kirine ku heta tecrîd bi dawî nebe wê dawî li grevê neynin û daxuyakirin ku ew dixwaze grev bi dawî bibe, daxwazên wan bên cih û her wiha bang li hemû jinan kirin ku dakevin kolanan, bimeşin.