ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2019'AN
- 09:00 4 Nîsan 2019
- Rojev
*Dayika Şehrîvan Çoban a li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye, Nafiye Çoban da zanîn ku zext zêdetir bûne û got 100 gardiyanên nû yên perwerdeya taybet dîtine hatine girtin û di lêgerînên koguşan a 50 gardiyanî pêk tê tehdîd û heqeret tên kirin. DÎMEN HEYE
*Birînên erdhêja li Erdîşê pêk hatin hîna nehatine kewandin û yên herî zede mexdûr bûn dîsa jin in. Sevgî Yildiz a di erdhejê de hevjînê xwe winda kir, bi 5 zarokî re têkoşîna jiyanê da. Sevgî wiha got: “Di hibijartinan de tên me dipirsin. Em bi salane deynê TOKÎ didin. Yanî li şûna dewlet piştgiriyê bide me, em di bin deyn de hiştin û tazmînatên me nedan.”
*Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan da zanîn ku di pevajoya hilbijartinê de tevî zextan gel bi ser ketiye û stratejiya HDP’ê pêk hatiye. Bedîayê daxuyakirin ku ev serkeftin ya jin û ciwanan e, wê destpêkê daxwazên gelê xwe guhdar bikin. BI DÎMEN
* Jina bi navê Şîrîn Sorgucak ku piştî qedexeyên derketina derve ji xaniyê xwe derket û di xaniyekî yek ode yê wek firin tê bikaranîn de bi cih bû, diyar kir ku bi pereyê ku ji bo avahiyên li şûna xaniyê wê çêbûye dikare xaniyekî nû çêbike û got: “Xaniyê niha tê de me yek ode ye. Em 8 kes in. Lê ji avahiyên TOKÎ xweşiktir e.”