Li Gundê Jinê JINWAR'ê ji bo 4'ê Nîsanê dar hatin çandin

  • 15:17 3 Nîsan 2019
  • Rojane
HESEKÊ/KOBANÊ - Bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Hesekê û Kobanê dar hatin çandin. 
 
Bi armanca pîroz kirina Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li seranserî Rojavayê Kurdistanê dar tên çandin, îro jî li gelek bajaran û li gundê jinê JINWAR'ê dar hatin çandin. 
 
Hesekê 
 
Li Gundê Jinê Jinwarê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîroz kirin û bi vê boneyê 100 dar li gund bi destê jinan hat çandin.
 
Îro di berdewamiya çalakiyên ji bo pîroz kirina Rojbaûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Jin Jinwarê 100 dar hat çandin. Bi tevlîbûna  Kongreya Star, sazî û dezgehên jin û bi dehan jinî dar hatin çandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Fermeandara YPJ'ê Evîndar Efrîn, li ser navê Malbatên Şehîdan Fatima Keleş axivîn, di axavtinê de Rojbûna  Abdullah Ocalan hat pîroz kirin û balkişandin ser têkoşîna wî ji bo azadî û mafê jinê.
 
Paşê jî komîteya Amedekar stranek pêşkêş kir û Rojbûna Abdullah Ocalan  pîroz kir. Jinan bi berzkirina dirûşma' Bê serok Jiyan nabe', li gund dar çandin.
 
Di dawiyê de jî jinan dîlan girt û govend gerandin.  
 
Kobanê
 
Bi boneya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê El-Pelûrê û baxçe serokatî bi sedan dar hatin çandin.
 
Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star hemû saziyên civaka sivîl  di çarçoveya çalakiyên rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gund El-Pelûrê û baxçeyê Abdullah Ocalan ya Kantona Kobanê bi sedan dar hatin çandin. Bi vê boneyê jî endama kongreya Star Semîra Ehmed rojbûn Ocalan pîroz kir û diyar kir ku 4'ê Nîsanê roja vejîna jinên cîhanê ye.
 
Paşê jî darên cur be cur hatin çandin û avdan.
 
Hêjayî gotinê ye ku bi boneya pîroz kirina Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan li seranserî Rojavayê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin. Di 2, 3 nîsanê de li gelek bajarên herêma Cizîrê û Kobanê dar hatin çandin û heta sibê dê bidome.