Yekîtiya Jinên Êzidî ji bo 4'ê Nîsanê şahiyek li kampa serdemê li dar xist

  • 14:54 3 Nîsan 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA -Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê şahiyek ji bo pîroz kirina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li kampa serdemê li dar xist. 
 
Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê bi şahiyekê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê pîroz kirin.
Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Efrînê şahiyek ji bo pîroz kirina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li kampa serdemê li dar xist. 
 
Jinên beşdar bûn wiha gotin: "Rêber Apo riya ronahiyê ye, li ser felsefeya azad em ê her têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Bi stranên xwe dengê xwe bigihînin Îmraliyê'
 
Endama Koma Azdahî Eliye Hesen diyar kir ku ew wek koma strana bi deng û hestên xwe rojbûna Abdullah Ocalan pîroz dikin û got: "Weke koma Azdahî ya strana ya Êzîdiyan em ê bi stranên xwe dengê xwe bigihînin Îmralî û rojbûna Serokê xwe pîroz bikin."
 
'Gel li ser riya fikrên Serok Apo dimeşin'
 
Her wiha xwendekara bi navê Zîlan Îliyes anî ziman ku ew bi stran û bi helbestên xwe di şahiyê de rojbûna Abdullah Ocalan  pîroz kirin û wiha dom kir: "Zarok û jinên Êzidî bi hunera xwe rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin. Felsefeya rûmet û azadiyê ya Rêber Apo pêşerojeke ronî ji me re ava kir."
 
'Em ê tecrîda giran a li ser Rêber Apo rakin'
 
Zeyneb Marko jî tecrîda girankirî a li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em di wê baweriyê de ne ku em ê tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi îrade û têkoşîna xwe bişkînin. Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku em ê li ser riya azadiyê bimeşin û her derê têkoşîna xwe mezin bikin."