Parlamenterên HDP'ê serdana şîna Yonca kirin

  • 14:16 3 Nîsan 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Parlamenterên HDP'ê yên Agiriyê, bi minasebeta sersaxiyê serdana malbata Yonca Akici ya ku li girtîgehê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî kirin. 
 
Yonca Akiçi li Girtîgeha Şakran a Tîpa T ya Alîagaya Îzmîrê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  di 29' ê Adarê de hewl dabû dawî li jiyana xwe bînê û rakiribûn nexweşxaneya Dewletê ya Çîglîyê. Yonca duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest  da. Yonca ya ku hat aşkerakirin ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê de bû cenazeyê wê ji malbata wê hat revandin û birin Balafirgeha Adnan Menderes. Piştre bêyî ku agahiyê bidin malabta Yoncayê cenaze birin Enqereyê. Cenazeyê ku bi saetan li balafirgehê ma duh êvarê anîn Erziromê. 
 
Cenazeyê Yoncayê ji aliyê apê wê Selahattîn Akici ve hat wergirtin û yonca li gundê Tutaxa Agiriyê yê bi navê Burunulakê hat definkirin. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk (HDP)  ên Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Berdan Ozturk û Abdullah Koç û Endamên Meclisa HDP'ê ji bo sersaxiyê çûn mala malbata yoncayê ku şîna wê lê tê kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.