KCD: 4’ê Nîsanê ji bo Kurdan mîlad e
- 14:05 3 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - KCD'ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand û got, “4’ê Nîsanê ji bo Kurdan mîlad e.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di daxuyaniya xwe ya 70’emîn de, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û bal kişande ser polîtîkayên tecrîdê. Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:
“Rohilata Navîn, Tirkiye û Kurdistan, pêvajoyên dîrokî dijî. Di vê pêvajoya dîrokî de ji milekî ve zext, êrîş, zilm, komkujî, tunehesibandin û tunekirin, bişavtin û kaos di asta herî jor de ye; li milekî jî hêvî, berxwedan, giyana têkoşer û pratîka wê tê jiyîn.
Em 4’ê Nîsanê, 70’emîn rojbûna rêzdar Abdullah Ocalan ku gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn weke Rêber ji xwe re dipejirînin, ji bo ku ji gelan re dibe hêviya azadî, aramî û wekheviyê, li hemû mirovahiyê pîroz dikin.
Rêzdar Abdullah Ocalan ku hêviya gelê Kurd û Rojhilata Navîn a aştiyê ye, 20 sal in li Îmraliyê tê tecrîdkirin. Bi pêkûtiyên ku li ti devera cîhanê tineyî, tecrîdeke tîr û giran tê pêkanîn. Ev pergala girtîgeha Îmraliyê, pergaleke li ti deverên dinyayê nîne.
Divê em bidin zanî ku tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sedema hêvî, berxwedan û têkoşîna gelê me ye. Lewre rojbûna rêzdar Ocalan ji bo gelê me mîladek e.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe, bûye temînata aştî, biratî, demokrasî û enternasyonalîzmê û pêşeroja gelan ronî dike. Lewre em car din rojbûna rêzdar Ocalan bi giyana berxwedêr a hevseroka me Leyla Guven dayî destpêkirin û pêl bi pêl li Kurdistan û cîhanê belav bûyî, pîroz dikin.”