Pervîn Buldan: Ger îtîraza neyê qebûl kirin em ê serî li AYM û DMME'yê bidin
- 14:03 3 Nîsan 2019
- Rojane
MÛŞ - HDP'ê, ku got li Mûşê bi aşkere hîle heye, diyar kir ku vîna gelê Mûşê tê xesp kirin û ger îtîrazên wan neyên qebûl kirin dê serî li AYM û DMME bidin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê pervîn Buldan jî li Mûşê diyar kir ew dizanin li Mûşê bi ser ketine û ew ê rê nedin ku mafê wan bê xespkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, duh ji bo ji bo mijara hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adarê de hatin kirin çû Muşê. Pervîn li Mûşê piştî çû avahiya HDP'ê bi tevlibûna parlementerên DHP'ê Huda Kaya, Garo Paylan û Namzetên Hevşaredar ên Mûşê Sîbel Genç û Sirri Sakik li avahiya partiyê, derbarê encamên hilbijartinê de civîna çapemeniyê li darxist.
Namzet Sirri Sakik derbarê pêşketinên li bajêr de agahî parvekirin û got: "Li Mûşê, di şert û mercên pêkanîna OHAL'ê û rewşa awarte de hilbijartin hatin kirin. Hîle û fenên mezin di encamên hilbijartinê de hatin kirin. Ligel ku me 5 caran îtiraz kir jî, lê îtirazên me nehatin qebûlkirin."
Sirri bi bîr xist, namzetê AKP'ê berî ku weke şaredar bê ragihandin û mazbateyê werbigire Walî serdana wî kir, ew pîroz kir û got, ev yek jî nîşan dide bê çiqasî di nava tirs û fikaran de ne. Siri da xuyakirin, daneyên girîng li ber destê wan hene û got; "Me bi belgeyan pêşkêş kir ku di çend sindoqan de dengên me ji partiyên cuda yên siyasî, ji AKP, yên serbixweyan, her wiha ji Vatan Partîsî re hatine nivîsandin. Me eşkere kir ku dengdana bi rengekî vekirî hatiye kirin, lê ti ji serlêdanên me nehate qebûlkirin. Di hilbijartinên 2014'an de AKP li Agiriyê di rewşa me ya niha de bû. Me jî got, fermo werin meydanê û em ji nû ve hilbijartinê bikin. Deng 14 caran hatin jimartin û di dawiyê de jî em bi ser ketin. Lê li vir tiştekî nakin."Siri anî ziman ku tu sedemên wan ên mafdar nayên dîtin û diyar kir ku wê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bidin.
'HDP'ê di hilbijaritinê de rola diyarker lîst'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî got, "Em tevî parlamenterên xwe Huda Kaya, Garo Paylan û heyetekê li Mûşê ne. Em zanin ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de li gelemperiya Tirkiyeyê hîle û neheqiyeke mezin hatiye kirin. Em zanin ku li gelek bajaran em bi ser ketine. Formula AKP'ê ya ji bo têkbirina HDP'ê ne tenê di kampanya hilbijartinê de hate meşandin, her wiha roja hilbijartinê jî hate meşandin. Li gel vê yekê jî me dît ku stratejiya me ya hilbijartinê bandoreke çawa dike, bi taybetî li rojava. Hebûna HDP'ê û stratejiya wê ya bi hêvî di hilbijartinan de rola diyarker lîst."
'Dengên HDP'ê desteser kirin'
Pervîn got; "Niha tê îdîakirin ku HDP li gelek deveran têk çûye. Lê belê me li ti deverê winda nekir. Li her derê dengên me, şaredariyên me hatin desteserkirin. Li Şirnexê 12 hezar hilbijêr ji derve hatin anîn ku ji hejmara hilbijêrên bajêr zêdetir e. Di rewşeke wiha de kes nikare bêje ku HDP'ê winda kiriye. Kes nikare bêje ku AKP li Şirnexê bi ser ketiye. Em dixwazin bêjin, di serî de Şirnex li ti deverê me winda nekir, lê îradeya gel hate desteserkirin."
'Îtîraza HDP'ê nehat qebûlkirin'
Pervîn destnîşan kir ku heman rêbaz li Mûşê jî tê bicihanîn û got, "Em doh hatin Mûşê. Li gorî daneyên gihîştin ber destê me, bi taybetî li navenda Mûşê cudahiyek ji 538 dengan heye. Hejmara dengên ku nederbasdar hatine hesibandin jî 2449 e. Ev yek nîşan dide ku li vê derê hîle heye. Tevî ku hevalên me dane û belge pêşkêş kirin, ti ji îtirazên HDP'ê nehatin qebûlkirin. Mînak; li bajarokê Kizilagaçê AKP'ê winda kir, Partiya Saadetê bi ser ket, lê îtiraza AKP'ê hate qebûlkirin. Lê li navenda Mûşê û li Malazgîrtê ku tenê bi 3 dengan ferq heye, îtiraza HDP'ê nehatiye qebûlkirin. Em ji vê derê dibêjin; di serî de YSK; desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan di bin fermana AKP'ê de ne. Bi îradeya xwe nikarin biryarê bidin."
Pervîn diyar kir ku hem ji bo Mûşê hem jî ji bo deverên din wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin û got, "Ji ber ku em zanin îradeya gelê me yê Mûşê hatiye desteserkirin."
Pervîn, dest nîşan kir ku ew dizanin ku wan li Mûşê qezenc kirine. Lê dixwazin mafê me ji me bistînin. Hewldanên me yên hiqûqî berdewam dikin. Hevşaredarên Mûşê Birêz Sakik û Birêz Genç in."