Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç hat berdan

  • 13:10 3 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di dîrokên cuda de xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç û 3 endamên PM'a HDP û DBP’ê ku hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
 
Li Mêrdînê di dîrokên cuda de xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Mizgîn Sirnaç, endamên PM'a  HDP’ê Nesrîn Çeçen, Berat Kiran û endamê PM'a DBP’ê Koçer Sason piştî ku îfadeyên wan ên emnîyetê ku  sewqê Dadgeha Mêrdînê hatin kirin, li serdozgeriyê bi şertê kontrola edlî  sewkî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin û serbest hatin berdan.
 
Ji aliyekî dinê ve jî di 25’ê Adarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Girtîgeha Merdînê de girtiya bi navê Medya Çinar dawî li jiyana xwe anî bû. Welatiyê bi navê Mehmet Zekî Akgul jî ji bo tevlî merasîma cenaze bibe hatibû  nexweşxaneyê û li wir ji aliye polîsan ve hatibû binavkirin. Di dema binçavkirinê de Mehmet Zekî hatibû derpkirin û piştre serbest hatibû berdan. Piştî ku serbest hat berdan di 29’ê Adarê de dîsa ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Mehmet Zekî piştî îfadeya xwe ya emnîyetê serbest hat berdan.