Komek nû çalakiya greva birçîbûnê ya Mexmûrê dewir girt
- 13:09 3 Nîsan 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiya greva birçibunê ya bê dem û bi dorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya ku di 16’ê Kanûnê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz dabûn despêkirin di roja 110’an de bi komek nû dewir hat girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya kû di 8’ê Mijdarê de bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemergê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda grankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû despêkirin di roja 147’an de ye. Di heman demê de ji bo tecrîda girankirî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê a Colemêrgê Leyla Gûven li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di 16’ê Kanûnê de hatibû despêkirin di roja 110’an de bi komek nû dewir hat girtin. Dewir girtin di kesayeta şehîdên berxwedêr yên girtîgehan de li ser giyanê tevahî têkoşerên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 36’emîn berdevkê komê Welat pîranî axaftinek kir û wiha got: “ Armanca me ya vê çalakiyê şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Heta ku ev tecrîd neyê şikandin em ê çalakiyên xwe bidin dewam kirin. Pîranî di axaftina xwe de xêrhatina tevahî xelkê wargehê kir û piştî axaftina pîranî koma 36’an dewirî koma 37’an hat kirin.
Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê û ji bo bibe dengê Leyla û Nasiran çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok di roja 74’an de ye.
Çalakî bi diruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo, bijî berxwedana zindanan, bê serok jiyan nebe.’ bi dawî bû