Jinên Ciwan ên Têkoşer canfedayên azadiyê bi bîr anîn
- 12:18 3 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê girtiyên ji doza PAJK û PKK’ê yên li zîndanên Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî tecrîdê di rojên dawîn de dawî li jiyana xwe anîn Yonca Akici û Sîraç Yuksek bi bîr anîn û banga xwedîderketina li çalakgerên grevên birçîbûnê li jinên ciwan û tevahî ciwanên kurd kir.
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgiriya xwe bi girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne re ragihandin û Yonca Akici û Siraç Yuksek ên ku li girtîgehan li djijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di rojên dawîn de dawî li jiyana xwe anîn bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de çalakiya li dijî tecrîdê ya Yonca Akici û Sîraç Yuksek hate silav kirin û wiha hat gotin, “147 rojin berxwedanek li zîndanan û derveyî zîndanan dibin pêşengiya Leyla Guven de li dijî tecrîda li ser Rêber Apo destpêkiriye û her diçe berfireh dibe.”
'Bêdengî mirinê tîne'
Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdisatnê çalakiya Yonca Akici û Siraç bîlgîn bi bîr xistin û diyar kirin ku ji ber bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê çalakî pêktên û ev tişt hat gotin; “Di rojên borî de heval Ayten, Medya, Zehra, Ugur û Zûlkûf Gezen û herî dawî jî Hevalên Yonca Akici û Sîraç Yuksek çalakiya fedayî kirin. Bêdengiya li dijî tecrîdê û çalakiyên fedayî û grevên birçîbûnê divê êdî bi dawî bibe. Divê em bi çalakiyên xwe yên geş azadiya Rêber Apo pêk bînin. Em bang li jinên ciwan û tevahî ciwanan dikin ku li dijî tecrîdê serî hildin û divê ciwan bi şev û roj pêşengiya çalakiyan bikin û li qadan bin."