Li Amûdê ji bo 4’ê Nisanê dar hat çandin
- 12:17 3 Nîsan 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gundê Sencaq dar hat çandin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îro bi dehan şêniyên gundê Sencaqê yê navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Kongreya Star û Meclîsa Sencaqê di bexçeyê dibistana zarokan de nêzî 55 dar hatin çandin. Darên ku hatine çandin wek darên fêkî û zeytûnê ne. Jinan bi dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe, bijî Serok Apo, jin jiyan azadî’ û tîlîlyan dar çandin.
Jinên ku dar çandin gotin: “Jin îro bi saya Rêber Apo bû xwediya vîn û baweriyê. Hişmendiya desthilatdariyê jin kiribû kole, lê bi raman û felsefeya Rêber Apo jin ji koletiyê xilas bû. Îro jin bi saya Rêber Apo bu xwedî maf, biryar û vîn.”
Herî dawî jî bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ çandina daran bi dawî bû.
Amudê
Kongre Star li Amûdê 55 darên fêkî û zeytûnan çand.