Dayik Emşa Yuksek: Berpirsyarê van pêkhatinan Erdogan e
- 10:42 3 Nîsan 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Dayika girtiyê bi navê Siraç Yuksek ê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî, Emşa Yüksek, anî ziman ku berpirsiyarê van pêkhatinan Erdogan e û got, ew naxwaze ku kezeba dayikeke din jî bişewite û xwest tecrîda li Îmraliyê bêrakirin.
Li Girtîgeha T 2 ya Osmaniyeyê girtiyê bi navê Siraç Yuksek, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Dayika Siraç Emşa Yuksek anî ziman ku ji bo kezeba dayikeke din jî neşewite divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.
'Ji ber girîgeh dûr bû nikaribûm biçûma'
Dayik Emşa, anî ziman ku kurê wê di girtîgehê de nexweş ketibû û wiha got : "Kurê min ê ku ev 3 sal e di grtîgehê de ye piştî ku ket girtîgehê du caran nexweş ket. Ji ber ku girtîgeh dûr bû ez ji sê çar mehan carekê dikaribûm biçûma hevdîtina wî. Rapora wî ya ku nexweş bû hebû. Parêzer, serdozger û dadger jî ji nexweşiya wî haydar bûn."
'Bila êdî cenaze ji girtîgehan derneyên'
Dayik Emşa, got ku ji bo cenze ji girtîgehan neyên derxistin divê tu kes bêdeng nemîne, her kes rabe ser piyan û wiha berdewam kir :"Bila êdî tu kes nemire. Ez rica dikim. Ji bo ku êdî cenaze ji girtîgehan neyên derxistin bila tu kes bêdeng nemîne. Ji ber bêdengiyê zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Kurê min çû, lê ez naxwazim ku kezeba dayikên din bişewite û zarokên wan jiyana xwe ji dest bidin. Bila li dijî greva birçîbûnê tu kes bêdeng nemîne û piştgiriyê bidin çalakgeran. Bila berpirsiyar bi erka xwe rabin."
'Kezeba min şewitî bila ya Erdogan jî bişewite'
Dayik Emşa, xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest bê rakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî :"Ev tecrît demildest bila bê rakirin. Zarokên me li dijî tecrîdê xwe dişewitînin. Kurê min sê sal bû di girtîgehê de bû û tiştekî ku nejiya nema. Ji ber îşkence û tûndiyê em îro hatin vê astê. Niha jî kesên ku îro ew anîne vê astê bila bifikirin. Ez ji vir bang li Tayyîp Erdogan dikim. Wî çawa kezeba min şewitand bila kezeba wî jî wiha bişewite. Ez êdî tiştekî dinê jî nabêjim. Ger ku îro zarokên me di vê rewşê de ne berpirsiyar Erdogan e. "