Li Qersê HDP cara duyem bi ser ket
- 10:31 3 Nîsan 2019
- Rojane
QERS - Li Qersê ku HDP'ê hilbijartin bi dest xist, piştî MHP’ê îtiraz kir, dengê 167 sindoqan ji nûve hatin jimartin. Di encama jimartina sindoqan de cara duyemîn HDP bi zêdebûna 17 dengan disa bi ser ket. Bilgen, got: “Kesî tawanbar nekin dibe ku di siyasetê de 2+2 nebe 4."
Di hilbijartina 31'ê Adarê ya Rêveberiya Herêmî de HDP'ê şaredarî di dest xist. Piştî HDP bi ser ket, MHP’ê îtîraz kir. Li ser îtîraza MHP'ê 167 sindoq ji nûve hatin jimartin. Jimartina sindoqan di saetên serê sibê de bi dawî bû. HDP di jimartina duyemîn de 17 dengên din zêde kir û cara duyemîn bi ser ket. Hevşaredarê HDP’ê yê Qersê Ayhan Bilgen, li ser hesabê Twitterê agahî parve kir û wiha got: “Li Qersê jimartina ji nûve qediya. Me 17 deng zêde kirin. Ji hemû kesên ku heta serê sibê nobet girtin û rawestiyan ji tevan re spas dikim. Kesî sûcdar nekin. Dibe ku di siyasetê de 2+2 nebe 4."