Gelê Amedê: De haydê êdî di rêya xwe de bimeşe
- 09:33 3 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Şaredariya Amedê ya ku qayyim hatibû tayinkirin ji sedî 63 HDP'ê girt. Gelê Amedê jî derbarê vê yekê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Gelê Amedê, Amed ji şerma demokrasiyê rizgar kir."
Di 31'ê Adarê de AKP'ê li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Antalyayê winda kir û HDP'ê jî li bajarên herêmê qayyim şand. Li Ameda ku qayyim Cumali Atila ji AKP'ê namzet bû, HDP'ê ji sedî 63 şaredariya bajarê mezin qezenc kir.
‘Ser xêrê be’
Rabia Kaya da zanîn ku ew serê sibehê ji bo dengê xwe bi kar bîne ji mal derketiye û wiha got:"Rengê dengê min mor bû. Ez ji vê encamê razî me. Min bi kelecanek mezin têkçûyina qayyim şopand. Bila ji bo gelê me li ser xêrê be."
'Min beramberî dengê xwe girt'
Perîhan Karaduman diyar kir ku ew bi kelecanek mezin li benda 31'ê Adarê bûn û wiha got:"Dema bikaranîna dengan hat min got qey dilê min dike bifire. Ez gelekî tirsiyam ku dê dilê min bisekine û ez ê dengê xwe bi kar nînim. Min çû dengê xwe bi kar anî û ez hatim malê min televizyon vekir. Ez kêliyekê jî ji ber televizyonê veneqetiyam. Di saetên pêş de jî min beramberî dengê xwe girt."
'De haydê êdî di rêya xwe de bimeşe'
Dîlan Îçel wiha got:"Tiştê ku ez dixwazim ji qayyim re bêjim, êdî di rêya xwe de bimeşe."
'Min encam bi dilekî aram şopand'
Ali Suzer bi lêv kir ku wan wekî malbat têkçûyina qayyim bi coşek mezin şopandine û wiha got:"Min encam bi dilekî aram şopand.
Gelê Amedê, Amed ji şerma demokrasiyê rizgar kir. Divê ev sîstema qayyim bi dawî bibe."