Yonca Akici li Agiriyê hat definkirin
- 09:31 3 Nîsan 2019
- Rojane
AGIRI - Yonca Akici ya ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî li gundê Navçeya Tutaxa Agiriyê hat definkirin.
Yonca Akici ya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şakrana Aliaga ya Îzmîrê girtî bû li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî li gundê Navçeya Tutaxa Agiriyê hat definkirin. Yonca ku ya ji 1'ê Adarê heta niha di greva birçîbûnê de bû cenazeyê wê bêyî ku agahiyê bidin malbata wê birin Enqereyê. Cenazeyê ku bi saetan li balafirgehê hat sekinandin piştre bi balafirgehê birin Erziromê.
Apê Yonca, Selahattin Akici cenaze girt û piştre li Gundê Tutaxê hat definkirin.
Hat hînbûn ku dê malbatê şînê li mala xwe ya gund dîne.