Cenazeyê Siraç Yuksel hat definkirin

  • 09:29 3 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Cenazeyê Girtiyê bi navê Siraç Yuksek ê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî li Goristana Mohrîs a Nû hat definkirin. 
 
Girtiyê bi navê Siraç Yuksek ê ku li Girtîgeha T 2 ya Osmaniyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.  Cenazeyê wî ku duh êvarê ji Edeneyê derxistin rê serê sibehê gihîşte navçeya Nisêbîna Mêrdînê. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, rêvebirên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn û navçeyên wê, Hevşaredarên navçeyan, ji Amed û Êlihê jî HDP'yî û TUAYDER  di têketina Nisêbînê de cinaze pêşwazî kirin. Cinazeyê Siraç di serî de anîn Mizgefta Haci Huseyîn Çetîn û ji aliyê malbatê ve hat şûştin. 
 
10 kesan cinaze defin kir
 
Piştre cenazeyê Siraç li Goristana Morîs a Nû ya taxa Yenîşehîrê hat definkirin. Her wiha Polîsan girseya xwest tevli cenaze bibe asteng kir. Ji malbata Siraç re tenê ji bo 10 kesan destûr hat dayîn ku tevli definkirinê bibin. . 
 
Pistî ku cenaze hat definkirin girse ji goristanê veqetiya.