‘Bila tabut ji girtîgehan dernekevin’

  • 09:23 3 Nîsan 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Xizmên girtiyan diyar kirin ku bi awayekî têr piştgirî ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan nayê dayîn û wiha got: "Me Zulkuf, Ugur, Ayten û Zehra winda kir. Hîna ku ciwanên din nemirine divê em ji vê pêşketinê re bêjin bes e. Bila tabutên din ji girtîgehan dernekevin." 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 147’emîn de didome. Grevên piştî Leylayê di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan hatin destpêkirin jî didomin. Xizmên girtiyan bertek nîşanî bêdengiya dewletê û nedayîna piştgiriya gel dan.
 
‘Mijar ne PKK, dijminahiya Kurd e’
 
Perîhan Yurek da zanîn ku gelê Kurd seranserê dîrokê rastî êrîşên dewletê hatiye û wiha got: “Mijar mijara PKK’ê ye? Na. Dema PKK tunebûn jî Kurd dihatin qetilkirin, dîl dihatin girtin. Mijar ne mijara PKK’ê ye, mijar dijminahiya Kurdan e. Dibe ku ew paşerojê ji bîr bikin, lê em ji bîr nakin. Em 20 sal berê jî 40 sal berê jî 70 sal berê jî baş bi bîr tînin. Zarokên me ji bo zimanê xwe, ji bo dîroka xwe parastin, tên girtin. Bila dewlet destê xwe ji zarokên me bikşîne. Em her tim ligel zarokên xwe ne. Heta ew di vê rê de bin em ê jî di vê rê de bin. Em şûnde gavê navêjin. Bila deng bidin dengê Leyla û girtiyan. Me Zulkuf, Ugur, Ayten, Zehra me winda kirin. Bila ciwanên din nemirin. Bila tabutên din ji girtîgehan dernekevin.”
 
‘Divê Kurd bibin yek’
 
Jiyan Akyuz jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û ev tişt anî ziman: “Divê her kes berteka xwe nîşan bide. Divê tecrîd û zextên li ser gel neyên qebûlkirin. Polîsan bi dijminahî êrîşî cenazeyê Zulkuf kirin. Heta Kurd nebin yek wê ev zilm bê jiyîn. Ev rastiya me ye. Divê hemû Kurd bibin yek.”
 
‘Zarokên me rûmeta me ne’
 
Halîme Eken jî daxuyakirin ku ew çalakiya Leyla û girtiyan silav dike û wiha pê de çû: “Ez zilm, zilma kesên dibêjin em misliman in. Ev zilma kesên ji Misir û Fîlîstînê re digirîne. Ji bo wir digirin li vir zilmê dikin. Divê hemû Kurd li dijî tecrîdê têbikoşin. Zarokên me rûmeta me ne. Em ligel zarokên xwe û Leylayê ne. Em ê her tim li berxwe bidin.”