Piştî 30 salan azadî: Hêvî tunebe tu tişt nabe
- 09:19 3 Nîsan 2019
- Rojane
Bêrîtan Elyakut
AMED - Guneş Ardiç Elîuygun, piştî 30 salan gihişt azadiya xwe û tevî gihiştiye azadiya xwe hinek pevçûnên di dilê xwe de wiha vegot: “Tevî ku ez ji kesek ji sohbetê hez dikim, nikarim li derve bi kesî re sohbetê bikim. Di dilê min de diyalogek cuda hebû an jî daxwaza parvekirina bi wan re hebû. Dibe ku ev hest heta û heta bidome. Bandora 30 salî hîna didome.”
Bandora 30 salên ku ji jiyana mirovan tê dîtin di pêvajoyên dawî de jî derdikeve holê. Guneş Ardiç Elîyugun ya 66 salî ku 30 salî di girtîgehê de ma, hun ê yekem car wê nas bikin. Guneş tevî 30 sal şûnde gihişt azadiya xwe û hinek şikestiye. Salên herî xweş yên ciwaniya xwe di hundir de derbas kirine û şahidiya her cureyê êrîş û berxwedanên li Tirkiyeyê kiriye.
*Em dikarin we nas bikin?
Ez di 1953’an de li Eskîşehîrê hatim dinê. Heta pola 4’an a dibistana seretayî li Eskîşehîrê mam. Ji ber pirsgirêkên cuda malbatê koçî Stenbolê kir. Zaroktî û ciwaniya min li wir derbas bû. Min tevgera şoreşger nas kir. Di navbera 1974-1975’an de min dest bi zanîngehê kir. Li dijî têkoşîna şoreşger heskirineke min hebû. Min di salên zanîngehê de di DEV-GENÇ de cih girt. Ez di çepa tirk û atmosfera polîtÎk de bi teşe bûm. Ez du caran ketim girtîgehê. Ez di navbera 1982-1986’an de li Girtîgeha Metrîsê ya Leşkerî 6 salan girtî mam û hatim berdan. Di 1992’an de dîsa hatim girtin û piştî girtina 30 salan şûnde hatim berdan.
*Di pêvajoya 82-9-86’an atmosfera siyasî çawa bû. Sedema cihgirtina we ya tevgerê çî bû?
Beriya bêm girtin demek dirêj bû di nava têkoşînê de bûm. 5 sal ji bo pêşektina ciwanekî gelek girîng bû û di 5’emîn sala têkoşînê de hatim girtin. Malbata min kedkar bû. Min di malbatê de naqokiyên çînî dîtin. Bi bandora vê re di pêvajoyeke ku sosyalîzm xurt bû de tevlî tevgerê bûm. Bandora nifşê 68’an gelek xuya dikir. Bandora Denîzan, Mahîran li Tirkiyeyê pir zêde bû. Wek ciwanekê ne mumkun bû mirov bi bandor nebe. Wek jinekê tevlîbûna min, dîsa cihê jinê yê di civakê de cudadîtina jinê di nava civakê de bandor li min kir.
Bêguman ez nikarim bêjim ku min naqokiyeke navbera zayendan ferq kir û tevlî bûm. Ji ber vê nifşê niha gelek bi şans e. Yanî tecrubeyek zêdetir cidî heye. Ev hem di têkoşîna jinê de hem jî di têkoşîna giştî de. Ji bo wan rojan mirov nikarin behsa van bikin.
*Di vê têkoşînê de cih girtin, wek jinekê bi we re çi guherîn pêk anî?
Ez wek zarokek keç, di malbatê de wek zarokek ku şîdet dîtiye, hatiye pelçiqandin mezin nebûm. Lê di civakê de rola li jinan hatibû ferzkirin hebû. Bi zanîna vê tenê re min hewcehî bi guhertinê dît. Min ferq kir ku divê potansiyela hêza jinê derkve holê. Lê ez nikarim bêjim ku ev taybetmendiyeke bi hişmendî bû. Bi tevlîbûna têkoşînê re vê bixwebaweriyê min kêfxweş kir. Min ev bixwebawerî di nava demê de bi nîqaşên bi hevalên mêr re, bi pevçûnên bi darazê re, bi malbatê re û pêşdarazên civakê re hîn bûm. Guherîna min di têkoşînê de gav bi gav ket jiyanê.
*Rihekî nifşê 68’an hebû û vî rihî bandorek çawa li rihê femînîst kir. Di pêvajoyên pêş de Komeleya Jinan a Pêşedeçûyî derket pêş. Hun vê têkoşîna jinan çawa dinirxînin?
Têkoşîna jinan ya îro pir cuda ye. Em nikarin behsa têgehên wek afirandina polîtîkayan û tecrubeyên wekî yên niha bikin. Yanî wê demê polîtîkayek giştî mijara gotinê bû. Dirûşma herî mezin a wê demê gotina Lenîn ya ‘Jin tunebe nikare behsa tu şoreşê bê kirin’ bû. Ev rast e lê beriya şoreşê û piştî şoreşê pisgirêkên jinan naqedin. Di pêvajoyeke ku pergaleke feodal zêde bi bandor bû de cih girtina jinan a têkoşînê nedihat wateya hêzekê û me ev di nav demê de dît.
*Hun yek ji jinên cîhanê ku demek dirêj di girtîgehê de mayî ye. We çi di girtîgehan de jiya, bi jinan re lêhûrbûneke we ya çawa hebû?
Ez yek ji jinên cîhanê ya herî zêde di girtîgehê de mame me, lê niha bi sedan hevalên jin û mêr vê pêvajoya xwe temam dikin. Ji ber ez di salên 80’yî de jî girtî mam, ez ji hevalên din zûtir derketim. Wek zayenda xwe bi xwe re rû hev hatin beriya girtîgehê jî destpê kiribû. Ez dikarim bêjim em bi polîtka mêr dihatin teşekirin. Lê mirov ne di hişmendiya vê de bûn. Her ku pêvajo pêş dikeve, bi xwe re rû hev hatin destpê dike.
Di salên ewil yên girtîgehê de, ez nikarim bêjim ku me polîtîka mêr wisa didît, an jî wisa rexne dikir. Li girtîgehê avantajek wisa hebû, em her tim bi jinan re ligel hev bûn. Ev bi îradeya me pêk nehatibû lê em wek jin ligel hev bûn. Piştî salan şûnde mirov fêdeyên vê hawirê dibînin. Min wek jinekê aliyên xwe yên qels dît, min di her şert û mercî de hebûna xwe da hîskirin.
*Rojek we ya girtîgehê çawa derbas dibû?
Li girtîgehê di encama destkeftiyên salan de jiyanek tê runiştinê heye. Pergal jî dijmin jî dizane ku çi bike nikare wê terza jiyanê wê çandê parçe bike. Demekê xwestin vê bi Tîpên F parçe bikin. Armanca vê tenê hiştin bû. Lê mirov tenê bin jî ew çanda jiyanê didome. Mînak em bêjin her roj nobedarên me hebûn, beyî hevalên pîr û nexweş, hemû hevalan nobet digirt. Di jiyana kolektîf de kesî ev kar ji nobedar re nedihişt. Her kesî bi hev re nobet digirt. Me hewl dida perwerde zindî û aktîf derbas bibin. Perwerdehiyan ji salên 90’î û şûnde di alî teşe û naverokê de cudabûn nîşanda. Her ku çû bernameyek perwerdê ya pêş ketî het jiyanê.
*Hawira girtîgehê ji nêrînên cuda re vekirîbû?
Bêguman vekirîbû. Hewldana me ya ku zîhnekî demokratîk difikire biafirînin. Di encamê de neçare ev bibe dîsîplînek jiyanê. Di nava salan de zîhnê kolektîf jî wisa pêş dikeve. Bêguman di vir de çarçoveya diyare. Çarçove di esasê de xeta Rêbertiyê ye. Bêguman her hevalek di aliyekê de jîrbûna wan heye. Ji ber vê şanoger, wênexêz, helbestkar, nivîskar, stranbêjên me hebûn. Ji bo aliyên serkeftî yên hevalan derkeve holê me hewldanek kolektîf da.
*Îro çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla guven hatine destpêkirin hene. Hun vê çawa dinirxînin?
Ez Leyla Guven û hemû hevalan silav dikim. Mirov ji derve dinêrin, ev pêvajo mirovan zêdetir diwestîne. Ji ber em li derve bi hestiyarî dinêrin lê li hundir li şûna vê nêrîn berxwedan û coş serdeste. Hevalên tevlî nabin dibêjin çima em tevlî nabin. Ji ber vê li girtîgehan atmosfereke cuda serdeste. Li derve fikar hene. Divê em tecrîdê tenê wek tecrîda li ser Birêz Ocalan nenirxînin. Ev tecrîd li ser gel e. Bêwijdaniya li hember me zinanan neçarî berxwedanê dike.
*Di dawiya 30 salî de hun derketin, we çi hîs kir?
Ez tahliyeya muebeta yekem bûm. Ji ber vê hevalan hefteya min ya dawî wek mîhrîcanê derbas kir. Bi qasî xweş bû, ez xemgîn jî dikirim. Vegotina xatirxwestinan gelek zehmet e. Hestek pir cuda bû. Li aliyekî mirov hevalên xwe yên ku salên xwe pê re parve kirine dihêlin, li aliyê din jî malbat, heval û jiyana derve li benda mirovan e. Li derve ewil min li ezman mêze kir, hevalên min hatin bîra min, mirov ji zindanê dur nakevin. Ez her tim bi diyalogên bi hevalan re xwe xeyal dikim.
Li derve tevî ku ez kesek ji sohbetê hez dikem, nikarim sohbetê bikim. Di dilê min de her tim diyalogek cuda ava dibû. An jî min dixwest ez bi wan re pave bikim. Dibe ku ev heta dawiya jiyanê bi min re bê. Bandora 30 salî hîna didome.
*Der barê pêşerojê de bendewariyên we hene?
Ez xwe ji derveyê têkoşîna şoreşger nikarim bifikirim. Lê pirsgirêkên ku temen tîne hene. Bila her tiştê me rastbe, em xeyalên xwe têk nebin. Em kesên civaka xwedî hişmend divê bi hêvî li pêşerojê binêrin. Bedela hatiye dayîn, wê bi serkeftinê tacîdar be.