Jinên Ereb: Felsefeya Abdullah Ocalan jinên Ereb hişyar kir

  • 09:06 3 Nîsan 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên Ereb bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerînên xwe anîn ziman û gotin ku divê jin li dijî bindestiyê serî rake. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de ji Sûriyeyê derket û di 15'ê Sibata 1999'an hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di 2011'an de heta niha li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdeke giran hat li pêşxistin. Malbat û parêzerên wî nikarin biçin serdana wî. Jinên Ereb ên herêma Firatê bi wesîleya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerînên xwe anîn ziman û gotin ku bi saya ramanên Abdullah Ocalan rastiya xwe nas kirin. 
 
'4'ê Nîsanê ji bo gelan pîroz be'
 
Endama Rêxistina Kongreya Star ya navçeya Eyn Îsa yê Tehanî Husên qala 4'ê Nîsanê kir û wiha got: "Rojbûna Rêber Apo li tevahî gelên azadîxwaz pîroz be. Asta ku îro jin gihaştinê bi saya raman û felsefeya Rêber Apo ye. Em îro dikarin qala maf û azadiya xwe bikin û roleke çalak di hemû sazî û dezgehan de bilîzin. Me azadiya rast jî ya şaş jî nas kir. Em dizanin ku azadî ya mêjiyê mirov de ye."
 
'Li dijî kevneşopiyên kevnar têbikoşin'
 
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Emel Mustefa diyar kir ku bandora têkoşînê li ser gel heye û wiha got: "Heta niha ji bo doza azadiya jinê tu felsefe pêş neketiye. Lê Rêber Apo ev yek pêk anî. Li dijî koletiyê jinên bindest serî rakir. Niha bi felsefeya wî dijîn. Ji bo tevahî jinan jî Rêber Apo lêgerînek bû. Bi taybetî jinên Ereb ji ber kevneşopiyên kevnare fetisîbûn. Divê jin êdî ji malên xwe derkevin û li dijî hînbûna civakê xwe biguherînin. Em jinên Kurd nêzikatiyên bi vî rengî qebûl nakin û li dijî vê têdikoşin."
 
'Ji fikrên serokatiyê ditirsin' 
 
Emel di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Divê di serî de jinên kurd û hemû jinên cîhanê li dijî tecrîdê rabin ser piyan. Hemû dewlet ji fikrên serokatiyê ditirsin. Ji ber ku desthilatdar ramanên wî xetere dibînin. Heke jin azad bibin wê civak jî azad bibe, lê dema ku jin bindest bin dê jiyan jî bindest be."