Jinên Efrînê serkeftina HDP'ê pîroz kirin

  • 09:04 3 Nîsan 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê ku li Kampa Berxwedana û Serdem bi cih bûne serkeftina HDP'ê pîroz kirin û wiha gotin: "Serkeftin ya me ye, bi berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê em ê bigihijîn azadî û serkeftinê."
 
Serkeftina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rojava tê pîrozkirin. Gelê Efrînê ji bo serkeftina HDP'ê li herdu kampên li Şehbayê, ya Serdemê û ya Berxwedanê şahî li dar xist. Jinên ku tevlî pîrozbahiyan bûn serkeftina HDP'ê pîroz kirin û hêviya xwe ji bo azadiya Efrînê anîn ziman. 
 
'Ji bo Efrînê jî em ê govendê bigirin' 
 
Jina bi navê Cîhan Ismaîl diyar kir ku ew ji bo serkeftina HDP'ê di hilbajartinan de pir kêfxweş in û wiha got: "Em ê Efîrnê ji dewletên dagirker re nahelin. Bi berxwedan û bi bîryar em ê Efrînê rizgar bikin. Em ê demek nêz ji bo Efrînê govenda serkeftinê bigirin."
 
'Serkeftina HDP'ê pîroz be' 
 
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Serdemê Salîhe Muhemed bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Em serkeftina HDP'ê ya bakurê Kurdistanê û gelê berxwedêr pîroz dikin. Erdogan çi dike bila bike dîsa jî bi ser nakeve. Em bawer in dê Efrîn jî rizgar bibe û ji bo rizgariyê em ê têbikoşin." 
 
"Bi vîna gel AKP'ê şikest"
 
Jina bi navê Cîhan Reşo destnîşan kir ku serkeftina gel îktîdara AKP'ê şikand û wiha got: "Em silavên xwe ji gelê Bakurê Kurdistanê re dişînin. Bi serkeftina gel îktîdara AKP'ê şikest. Her wiha bi berxwedana Leyla Guven em gihîştin wê astê. Dê pêşerojê de Efrîn jî azad bibe û em ê di serkeftina Efrînê de govenda azadiyê bigirin."