ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2019'AN
- 09:00 3 Nîsan 2019
- Rojev
*Parlamentera CHP’ê ya Tekîrdagê Candan Yuceer, da zanîn ku gel hişyariyek giran da bloka desthilatdariyê û wiha got: “Em her tim dibêjin, heta parastina aştiya civakî pêk neyê îdarekirina welat ne pêkan e. Ev welat ne tenê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê ye, ya me hemûyan e.”
*Jinên Efrînê ku li Kampa Berxwedana û Serdem bi cih bûne serkeftina HDP'ê pîroz kirin û wiha gotin: "Serkeftin ya me ye, bi berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê em ê bigihijîn azadî û serkeftinê." DÎMEN HEYE
* Jinên Ereb bi minasebeta rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nerînên xwe anîn ziman û gotin ku divê jin li dijî bindestiyê serî rake.
DÎMEN HEYE
* Jina bi navê Kader Çîftçî ya çû qursan û berhemên karên destan hîn bû, niha bi berhemên çê dike debara xwe dike. Kaderê ku berhemên xwe derxist firotinê wiha got: “Ez gelek kêfxweş im li ser piyên xwe disekinim. Ez difikirim ku di pêşerojê de dikanê vebikim.
*Guneş Ardiç Elîuygun, piştî 30 salan gihişt azadiya xwe û tevî gihiştiye azadiya xwe hinek pevçûnên di dilê xwe de wiha vegot: “Tevî ku ez ji kesek ji sohbetê hez dikim, nikarim li derve bi kesî re sohbetê bikim. Di dilê min de diyalogek cuda hebû an jî daxwaza parvekirina bi wan re hebû. Dibe ku ev hest heta û heta bidome. Bandora 30 salî hîna didome.”
*Xizmên girtiyan diyar kirin ku bi awayekî têr piştgirî ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan nayê dayîn û wiha got: "Me Zulkuf, Ugur, Ayten û Zehra winda kir. Hîna ku ciwanên din nemirine divê em ji vê pêşketinê re bêjin bes e. Bila tabutên din ji girtîgehan dernekevin."