Dayîkên Aştiyê: Em ê serledana sûc bikin
- 17:42 2 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - 100 kesên ku ji Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê pêk tên û ji bo bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin hatin Enqereyê, 8 seatin ji aliyê polîsan ve tên rawestandin. Parêzer Gulşen Ozbek ku li gel malbat û Dayikên Aştiyê li dervê Enqere hatine rawestandin, diyar kir ku wê têkildarî astengkirina dayikan serlêdana sûc bike.
100 kesên ku ji Malbatên girtiyên û Dayikên Aştiyê pêk tên, bi armanca tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de ji gelek bajaran li hev kom bûn û serê sibê hatin Enqereyê. Lê polîsan Malbat û Dayikên Aştiyê di ketina Enqereyê de ji saet 08.00'ê serê sibêhê bê heta niha rawestandine û destûr nadin malbat bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Polîs li Navçeya Golbaşi ya Enqereyê bêyî ku tu hincetan nîşan bidin bi saetan e malbatan radiwestînin. Endamên heyetê bi biryarin ku heta bi Wezareta Dadê û partiyên siyasî re hevdîtin bikin li ber xwe bidin.
'Dê çalakiya me bidome'
Endama heyetê Afife Kartal, bertek nîşanî astengî û rawestandina polîsan da û wiha got: “Tu dayik naxwaze vegere Amedê. Polîs dibêjin 'Em tu dayikan naxwin Enqereyê. Heta ku destûr bidin hemû dayikan em ê li vir çalakiyê pêk bînin. Em ê li vir heta dawî li ber xwe bidin. Em tu carî zarokên xwe li zindanan bi tenê nahêlin. Em dayik in. Em destûr nadin ku zarokên me li zindanan jiyana xwe ji dest bidin. Heta ku hevdîtinên me encam bistîne emê li vir bin."
'Em hewl didin hevdîtinê pêk bînin'
Malbatan diyar kirin ku wê li Enqereyê bi ÎHD'ê û rêxistinên demokratîk re jî hevditin pêk bînin. Sekna malbatan berdewam dike. Parêzer Gulşen Ozbek ku li gel malbatan ji Amedê hat Enqereyê diyar kir ku ji saet 08.00’an ve malbat hatine rawestandin û wiha got: "Malbat li ketina derve tên rawestandin. Ji ber vê yekê malbat nikarin bi Wezareta Dadê re hevditin bikin. Niha tenê bi awayekî temsîlî em koma ji 8 kesan pêk tên hatin hevdîtinan bikin. Ji niha û şûnde em hewl didin hevdîtinan bikin. Tu hincetên zagonî nîşan nedan û malbat rawestandin. Me biryara astengkirinê xwest. Lê tu biryar nişanî me nedan. Komek polîs li wir heye. Bêyî hincet nîşan bidin û biryar hebe li dervê bajar didin rawestandin. Wekî her welatî dikarin daxwazên xwe bînin ziman. Xwedî maf in ku van daxwazên xwe bi Wezareta Darê re parve bikin. Ji ber ku polîs wan radiwestinin nikarin bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin."
Gulşen anî ziman ku ji bo daxwazên malbatan çareser bikin, li ser navê wan di nava hewldanan de ne û wiha got: "Em armanc dikin ku daxwazên wan pêk bînin. Mixabin di milê hiqûqî de em nikarin tiştekî bikin. Bê guman wekî her dayik û malbatê mafê wan heye têkeve têkevin Enqereyê. Nikarin têkevin bajar. Em dê der barê astengkirina polîsan de serlêdana sûc bikin."