Ilham Ehmed: Hilbijartin têkçûna Erdogan û serkeftina gelê azadîxwaz e
- 16:50 2 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi minasebeta 70'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan, Kongerya Star civînek li dar xist. Di civîna ku hat kirin de seroka MSD'ê Îlham Ahmed Axivî. Îlham bal kişand ser hilbijatinên xwecihî yên li Tirkiyeyê û got: "Encama hilbijartinan têkçûna Erdogan û serketina gelê azadî xwaz nîşan dide."
Bi minasebeta 70'emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan, Kongira Star li navenda Senabil a Bajarê Hesekê bi tevlîbûna Eşîrên Ereb, Partiyên Siyasî û saziyên Civaka Sivîl civînek li darxist. Di Civînê deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê des pê kir. Di civîna ku hat lidarxistin de li ser pêşketinên siyasî Seroka Meclisa Sûriya Demoktarîk (MSD) Ilham Ehmed nirxandin kir.
Ilham Ehmed di niraxndinên xwe de bal kişand ser hilbijartînên li Tirkiyeyê hatin kirin û girîngiya wan a ji bo bakûrê Kurdisatê û got: “Erdogan sûd ji aloziya Sûriyê wergirt û bi komên çete û dagirkirina hin deverên Bakur û Rojhikatê Sûriyeyê hêza xwe mezin dida nîşandan ,lê di serkeftina Hêzên QSD’ê di hemleya tunekirina çeteyên terorîst DAÎŞ'ê derbeyek pir giran ji bo Erdogan bû ku di encama hilbijartinên xwecihî de gelek deng winda kirin. Encanên hilbijartinê têkçûna Erdogan û serkeftina gelên azadîxwaz nîşan dide."
Piştî axaftinan li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sînvevîzyon hat pêşandan û civîn bi dirûşma "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.