HDP li Kerboranê îtîrazî encaman kir

  • 16:49 2 Nîsan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - HDP Li Kerboranê li dijî bi serketina AKP'ê ya dengan îtîraz kir.  HDP di daxwaznameya de cih da tespîtkirina sindoqan û xwest  ku deng carekedin bên hejmartin.
 
Partiya Demorkatîk a Gelan(HDP) , ji bo encma hilbijatinên 31'ê  Adarê ku li Kerborana Mêrdînê 'AKP bi ser ketiye' îtîraz kir û xwest ku deng ji nû ve bên hejmartin. HDP'ê ji bo ku dengên hatine bikaranîn ji nû de bên hejmartin daxwazname da Komîteya Hilbijartinê y Navçeyê û îtîraz kir. 
 
Ji HDP’ê daxûyanî
 
Piştî dayîna daxwaznameyê  Rêxistina HDP’ê ya Kerboranê derbasî avahiya xwe bû û daxûyanî da. Di daxûyaniyê da de HDP'ê anî ziman ku ew di hilbijartinê de hatin astengkirin û wiha got: “Di dema hilbijartinê de peywirdarên me yên sindoqan û muşahidên me tim rastî astengiya hatin. Partiya me HDP di saetên pêşî de li pêş bû û piştre asteng kirin ku dane bên. Ji aliyê partiya pergalê ve di wê navberê de pîrozbahî hat kirin û ceyaran hat birîn. Di dema ceyrana ku hat birîn de cihê sendoqan hat guhertin. Dema nêzî vekirina sindoqan hemû kanalên nûçeyan nûçeyên ‘li Kerboranê pevçûn heye’ derbas kirin. Bi vî awayî peywirdar û muşahidên me yên ser sindoqan hatin dûrxistin. Encamên sindoqan ên ku dane peywirdarên me û girtenameyên encamên sindoqan jî ji aliyê polîsan ve bi zorê ji destên wan hatine girtin.”
 
HDP'ê  di daxûyaniya ku da de bi lêv kir ku ji ber vê wn mafê xwe yê îtîrazê bi kar aniye.