Li Erdîşê wê deng ji nû ve bên hejmartin

  • 16:02 2 Nîsan 2019
  • Rojane
WAN - Li navçeya Erdîş a Wanê HDP’ê serkeftinek di hilbijartina xwecihî de bi dest xistibû, lê li ser îtiraza AKP’ê YSK’ê biryar da ku deng ji nû ve bên hejmartin.
 
Li navçeya Erdîş a Wanê HDP di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bi ferqeke mezin serketibû. AKP ji bo ji nû ve hejmartina dengan îtiraz kiribû. Desteya Hilbijartina Bilind a Erdîşê li ser îtirazê li hev civiya, tevî ku hemû partiyên siyasî encama hilbijartinê qebûl jî kirin lê îtiraza AKP’ê hat qebûl kirin. YSK’ê biryar da ku deng ji nû ve bên hejmartin.