Rojnameger Evîn Bûldan li ser gora xwe hat bîranîn

  • 15:47 2 Nîsan 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Edîtora rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan di salvegera  ji destdayîna jiyana xwe de li ser gora xwe ji hêla hevalên xwe vê hat bîranîn. 
 
Edîtora rojnameya rojane ya kurdî Rojeva Medya ku bi KHK’ê hatibû girtin Evîn Buldan, di 2’ê Nîsana 2017’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê û Berdevkê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad Hakkî Boltan çûn ser gora Evîn Bûldan û ew bi biranîn. Her wiha malbata Evînê ji tevlî merasîma biranînê bû. Di biranînê de pankarta “Em ê te ji bîr nekîn” hat vekirin. 
 
'Evîn dê hertim bi me re bijî' 
 
Piştî deqeyeke rêzgirtinê merasîmê dest pê kir. Di biranînê de Hakkî Boltan axivî û wiha diyar kir: "Em di şexsê Evînê de hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bibirtînîn. Em şopdarên têkoşîna wan in. Evîn wekî navê xwe, karê xwe dimeşand. Dê keda wê û têkoşîna wê her tim hebe û bijî. Evîn rêhevala Apê Musa ye. Niha li girtîgehan bi hezaran girtî bi ruhê têkoşîna Evînê li ber xwe didin. Êrîşên li ser çapameniya azad wê nikaribin me têk bibin. Ji ber ku me soz daye Evîn û Apê Musa em ê heta dawiyê têbikoşîn. Ne salê carekî wê her tim Evîn bi me re bijî.”