Cenazeyê Yonca Akici birin Enqereyê
- 15:18 2 Nîsan 2019
- Rojane
AGRÎ - Cenazeya Yonca Akici ya ku li Girtîgeha Şakranê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da revandin Enqereyê
Li Girtîgeha Şakranê, girtiya bi navê Yonca Akici, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Hat diyarkirin ku Yonca di 29'ê Adarê de hewl daye dawî li jiyana xwe bîne û bi awayekî birîndarî rakirine nexweşxaneyê, lê duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Piştî karên otopsiyê wê cenaze bibirana Agiriyê lê bêyî agahiyê bidin malbata wê cenaze revandin Enqereyê.
Yonca Akici ku 4 sal in girtîbû û ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bû piştî ku çalakî pêk anî û bi giranî birîndar bû ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çîgliyê. Yonca duh danê nîvro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenaze beyî agahiya malbatê revandin Enqereyê, hat hînbûn ku cenaze dê seat 18.00’an de li gundê Burnubulak ê Agiriyê bê defînkirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku cenazeyê Yonce negihaştiye Agiriyê û her wiha sedema birina cenaze ya Enqerê nayê zanin. Ji bo definkirina cenaze HDP'yî dê biçin gund.