Li goristana Şehîd Dicle bi minasebeta 4'ê Nîsanê dar hatin çandin
- 14:56 2 Nîsan 2019
- Rojane
KOBANÊ - Li bajarê Kobanê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan 300 dar hatin çandin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan ya 70'emîn de bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, Mala Jinê, rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinê, komîn û meclîsan li goristana şehîd Dîcle kom bûn.
Li goristana şehîd Dîcle ji bo pakrewanên azadiyê di serî de deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê berdevka Kongreya Star Zehra Berkel axivî. Zehra di axaftina xwe de bal kişnd ser girîgniya 4'ê Nîsanê û wiha got: " 4'ê Nîsanê roja serfiraziya Gelê Kurd e, bi saya felsefeya Rêber Apo em îro gihîştin vê astê. Ji bo wê em ê têkoşîna xwe bilind bikin da ku em Rêberê xwe di nav xwe de bibînin."
Piştî axaftinê kesên li goristanê amade 300 dar bi minasebta vê rojê çandin û bername bi dawî bû.