4'ê Nîsanê çarenûsa pêşeroja jinan ronî kir
- 14:38 2 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Îro Kongreya Star bi armanca pîrozkirina 4'Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi gelê Navçeya Til Temir re civiya.
Îro di çareçûveya çalakiyên Kongreya Star de ku li Navçeya Til Temir dane destpêkirin, sinivizyon li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan hat temaşekirin û semînerek hat dayîn. Bi dehan jin û mêr, rêveberî û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî semînerê ku li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pekrewanên azadiyê, sinivizyon b zimanê kurdî û erebî li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji zaroktiya wî heta vê rojê hat temaşekirin. Di sinivizyonê de girîngiya destpêkirina Şoreşê ya li hember hêzên emperyalîst derketi pêş.
'4'ê Nîsanê çarenûs û pêşeroja jinan ronî kir'
Paş li ser wateya rojê semîner hat dayîn. Di semînerê de Endama Meclisa Kantona Hesekê Leyla Mustefa axivî û wiha got: "Di civakeke ku her tim maf, îrade, hêz û nasnameya xweser a jinê hatiye binpêkirin de destpêkirina şoreşê pir girîng bû. Jin di bin navê olê de hatibûn xeniqandin û azadiya wan hatibû dorpêçkirin. Lê bi rojbûna Rêber Ocalan re çarenûs û pêşroja jinê êdî ber bi guhertinê de çû."
Têkoşîneke xurtir pêwîst e
Leylayê bang li jinan jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Ocalan zêdetirî 41 salî ji bo ku jin bighêje mafê xwe têdikoşe. Pêwîst e tevahî jinên cîhanê xwedî li paradîgma Rêber Ocalan derkevin û gavên şênber ber bi azadiyê ve bavêjin. Divê jinên ku di nava geliyan de jî mane xwe azad bikin. Roj roja xwedîderketina li keda Rêber Apo ye."