Serketina li Amedê diyarî Gultan Kişanak û Firat Anli hat kirin
- 14:34 2 Nîsan 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Selçûk Mizrakli peyameke spasiyê weşandin û gotin, "Em vê serketina gelê Amedê diyarî Gultan Kişanak, Firat Anli û hevşaredarên ku mafê wan ê hilbijartinê hatiye desteserkirin dikin."
Namzetên HDP'ê Hulya Alokmen Ûyanik û Adnan Selçûk Mizrakli ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi ser ketin spasiya gelê Amedê kirin. Hevşaredaran diyar kirin, li dijî astengî, zext û desgîrkirinê gelê Amedê bi têkoşîneke demokratîk şaredarî jinûve bi dest xistiye û gotin, "Em vê serketina gelê Amedê diyarî Gultan Kişanak, Firat Anli, hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên mafê wan ê hilbijartinê hatine desteserkirin dikin. Ev serketin serketina Amedê ye. Serketina me hemûyan e. Em spasiya gelê xwe dikin ku ji bo vê serketinê piştgirî da me."