Malbatên ku çûna wan a Enqereyê hat astengkirin: Em ê li ber xwe bidin

  • 13:58 2 Nîsan 2019
  • Rojane
ENQERE - Heyetek ji 100 kesî ku xizmên girtiyên ên di grva birçîbûnê de û ji endamên Însîyatîfa Dayikên Aştiyê pê tê ku ji bo bi Wezîrê Dadê û partiyên siyasî re hevdîtinê bikin xwestin derbasî Enqereyê bibin berî bikevin enqereyê hatin rawestandin.  Heyetê diyar kir ku heta destûrê bidin tevahiya heyetê ew ê li Golbaşiyê bendemayîna xwe berdewam bikin. 
 
Heyetek ji 100 kesî ku xizmên girtiyên ên di grva birçîbûnê de û ji endamên Însîyatîfa Dayikên Aştiyê pê tê ku ji bo bi Wezîrê Dadê û partiyên siyasî re hevdîtinê bikin xwestin derbasî Enqereyê bibin berî bikevin enqereyê hatin rawestandin.  Wesayita heyeta ku ji bajarên wekî Mêrdînî, Êlih û Amedê  hatibûn tê de hat rawestandin û astengkirina wê ya ji aliyê polîsan ve berdewam dike. Jinên di heyetê de cih girtin diyar kirin ku ew hat bi rayedaran re hevdtinê nekin wê paşve venegerin. 
 
'Tenê ji bo komekê destûr hat dayîn' 
 
Xuşka Şiyar Akboga yê ku 33 roj e di Girtîgeha Bandirmayê de tê girtin Afîfe Kartal, diyar kir ku polîsan destûr nedaye heyetê û xwestine ku tenê komek ji çend kesan derbas bibe.  Afîfe anî ziman ku heta destûr ji bo wan hemiyan bê dayîn ew ê bendemayîna xwe li Golbaşiya Enqereyê berdewam bikin.