'Rejîma nû ji bo civakê gefeke mezin e'
- 13:50 2 Nîsan 2019
- Rojane
SAKARYA - Rûniştina doza Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû hat kirin. Arzû got ku di rejîma nû de gefên mezin heye.
Rûniştina doza Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîqayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû hat kirin. Rûniştin li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Sapancayê hate dîtin.
Arzû di axaftina xwe de bal kişand rewşa dadgehê û wiha axivî: “Cihê ku divê fikr lê werin nîqaşkirin ne eywanên dadgehê ne. Dadgeh divê ji bo parastina azadiya îfadekirinê hebin. Rejîma ku hewl tê dayîn li welatê me were avakirin, ji bo hemû kesan gefeke mezin e. Di îdîanameyê de ku axaftina ku min kiriye, peywireke wisa ye ku DÎSK’ê daye min, ez bi axaftin û kirinên xwe serbilind im.” Rûniştin taloqî 9’ê Tîrmeha 2019’an hate kirin.