Li girtîgeha Gebzeyê hevdîtina bi parêzeran re wê bê qeydkirin

  • 13:33 2 Nîsan 2019
  • Rojane
KOCAELÎ - Dadgeriya Înfazê ya Gebzeyê, biryar da ku hevdtîna girtiyan a bi parêzerên wan re li gel dîmen qeyd bike. 
 
Dadgeriya Înfazê ya Gebzeyê biryar da ku hevdtîna 68 jinên girtî li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê ji bo 3 mehan li gel dîmen bigire bin qeydê.  Dadgeriyê ev biryar li ser fermana Buroya Îlamat û Înfazê ya Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê da.  Dozgeriyê wekî hincet di daxwaza xwe ya derbarê mijarê de ku di 26 û 27'ê Adarê de ji dadgeriyê re şand de xwest ku hevdîtina jinên girtî bi parêzerên wan re bigirin bin qeydê û peywirdarek jî li gel wan bimîne.  
 
Dadgeriyê, di biryara xwe ya ku di 27'ê mehê de da, diyar kir ku daxwaza dozgeriyê qebûl kiriye û li gorî vê divê hevdtîna 68 jinên girtî li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Gebzeyê ji bo 3 mehan li gel dîmen bigire bin qeydê.