Li Troyesê panela li ser 'tundiya li jinê'
- 13:26 2 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Troyes ê Fransayê, li ser mijara tundiya li dijî jinê panelek pêk hat.
Li bajarê Troyes ê Fransayê, Komeleya Çanda Elewiyan a Aube (AKM), bi mijara 'polîtîkaya bi rêk û pêk a tundiya li dijî jinê' panelek pêk anî û tundiya li jinê nîqaş kir. Panel li Mala Ciwanan a Troyesê pêk hat û aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) Gulnaz Dûman û Seroka Yekîtiya Jinên Elewî li Fransayê (UFAF) Sûltan Şahîn wekî panelîst tevlî bûn.
Di panelê de li ser daneyên tundiya li dijî jinê dîmenek hate nîşandan û piştre Sultan Şahîn axivî. Şahîn diyar kir, li Ewropayê mîna hemû jinan jinên koçber jî dibin hedefa tundiyê. Sultan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tevî vê yekê jî jin têkoşîna xwe didomînin. Jinên kurd di vê têkoşînê de berdêlên giran dane û Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anî."
Aktîvîsta TJK-F'ê Gulnaz Dûman jî destnîşan kir ku tundiya li jinê li her qadên jiyanê û di her kêliyê de tê kirin û bi mînakan eşkere kir ku AKP tundiya li jinê çawa wekî polîtîkayeke bi rêk û pêk dimeşîne. Gulnaz qala Şoreşa Rojava û jinên li Rojava jî kir û wiha got: "Tecrîd tecrûbeyeke zîhniyeta mêr e. Dijderketina li tundiya li jinê di heman demê de dijderketina li tecrîdê ye."
Hevberdevka Dergaha Parîsê ya FEDA'yê Husniye Kuçukkeleş jî diyar kir, divê mêr xwe ji şerma tundiya li dijî jinê rizgar bikin.