Keyaya taxa Şehîtlikê Sadiye: Ez ji bo çareseriyê hatim

  • 12:46 2 Nîsan 2019
  • Rojane
AMED - Li taxa Şehîtlikê jina bi navê Sadiye Sebat Korkutan, ku di hilbijartinê de bi ser ket û bû keya diyar kir ku ew ji bo çareseriyê hatiye.
 
Li Tirkiyeyê di 31'ê Adarê de 57 milyon hilbijêr ji bo ku rêveberên xwe yên 5 salan wan bi rê ve bibin hilbijêrên çûn ser sidoqan. Di vê hilbijartinê de rêveberên ku herî zêde mijara meraqê bûn keya ne. Li taxa Şehîtlikê ya Amedê jî wekî her derê pêşbirka ji bo keytiyê hebû. Sadiye Sebat Korkutan a ku di vê pêşbirkê de bi ser ket û bû keya namzedên mêr li dû xwe hiştin. 
 
'Ez spasiya gelê taxê dikim'
 
Sadiye ya ku wê 5 salan taxê bi rêve bibe, hevrîkê xwe bi dengên zêde ku girt li dû xwe hişt.  Sadiye spasiya kesên ku deng danê kir û wiha got: "Wê êdî taxa me ji aliyê jinê ve bê rêvebirin. Ez spasiya her kesê/a ku min layiqî vê peywirê dît dikim.  Ez ê ji bo pirsigirêkên taxê çareser bikim bixebitim. Ez ji bo çareseriyê li vir im û ez ê bi ser kevim."