2 bajar dibin avê de man
- 12:40 2 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber lehiyê du bajarên parêzgeha Loristan yên li Rojhilatê Kurdistanê bi temamê dibin avê de man. Hikûmet û saziyên dewletê bi hewara xelkê ve naçin û bêxem nêzîk dibin.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê barîna baranê berdewam dike. Bi rojane ji ber barana zêde lehî rabûye û gelek kes jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kurdistan bajarê Poldoxter û Memulan bi temamî ketin bin avê de. Xelkê li bajêr li benda rizgar kirinê ye. Welatî ji ber lehiyê çûne ser xaniyên xwe. Bi sedan welatî jî ji ber lehiyê berê xwe dana serê çiyan.
Ji duh ve xetên internet û telefonê naxebitin. Hemû rêyên çûyîn û hatinê yan jî peywendiyê bi her du bajaran re qût bûne. Duh qeymeqamê bajarê Poldoxter Nimetula Destyarî axivî û wiha got: “Heya niha zêdetirî 4 hezar xanî dibin avê de mane û 15 gund jî dibin metirsiya lehiyê dene.” Li gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî rewşa awarte hatiye îlan kirin. Heya niha bi sedan rê ji ber lehiyê xirabûne. Bi sedan gund jî dibin metirsiya lehiyê dene.
Ji ber metirsiya lehiyê bi dehan gund hatine vala kirin û biryara vala kirina bi dehan gundên din jî hatiye dayîn. Ya balkêş ewe ku hikûmet û saziyên dewletê bi hewara xelkê naçin û bêxem nêzîk dibin.