Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê carekedin serlêdan kirin
- 12:15 2 Nîsan 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 803'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 803'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin Ocalan bibînin û pê re hevdîtinê bikin.