Zeynep Celaliyan jî di nav de 16 girtî ketin greva birçibûnê
- 12:14 2 Nîsan 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyan, di nav de Zeynep Celaliyan heye, gelek girtiyên ji doza PJAK’ê ku di zindanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ne, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê.
Greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe, berfireh dibin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin girtiyên ji doza PJAK’ê yên di zindanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kir.
Li gorî agahiyan hejmara girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê 16 e û Elî Yekan, Beşîr Pîrmawane, Mustefa Sebzî, Turec Îsmaîl, Kemal Hesen Remezan, Îbrahîm Îsapûr, Mihemed Selehşûr, Ehmed Temwêyî, Hemîd Rehîm, Rehîm Mehmûd, Peyman Mîrzade û Kameran Derwêş di zindana Urmiyeyê de ketine greva birçîbûnê.
Zeyneb Celaliyan jî dest bi grevê kir
Her wiha Zeyneb Celaliyan li girtigeha Selmasê, Şakir Baxî li girtîgeha Kaşma, Yusif Kakememî û Ehmed Silêman jî li girtîgeha Tebrêzê dest bi greva birçîbûnê kir.