Dayîkên Rojhilat banga xwedî li derketina greva birçibûnê kirin

  • 12:06 2 Nîsan 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo çalakvanên di grevên birçîbûnê de anîn ziman. Dayîkên Aştiyê bang li jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kirin da ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.
 
Piştgiriyên ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Bi vê boneyê Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê nivîskî piştgiriya xwe ji bo çalakiya parlamentera HDP’ê Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakvanên din yên di greva birçîbûnê de anîn ziman.
 
Di daxuyaniya nivîskî de silav li Leya Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakvanên din yên di çalakiya greva birçîbûnê dene hat kirin. Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em piştgiriya xwe ji bo Rêber Apo radigihînin. Dagirker wê nekaribin îradeya Gelê Kurd têk bibin. Wê rojek were her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û Gelê Kurd bi azad bijî. Em bang li hemû dayîk, jinên ciwan û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dikin daku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derbikevin.”
 
Di dawiya daxuyaniya Dayîkên Aştiyê de wiha hate gotin: “Em jiyanek bê Rêber Ocalan qebûl nakin. Emê heya dawî ji bo azadiya Ocalan û Gelê Kurd têbikoşin.”