Bi boneya 4'ê Nîsanê li Qamişloyê semîner hat dayîn

  • 11:54 2 Nîsan 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan Kongreya Star semînerek li dar xist. 
 
Rêxistina Kongreya Star bi armanca pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdlulah Ocelan ya 70’emîn, li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan jinên ji sazî, dezgeh û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêxistinên jinan semînerek li dar xist. 
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahiya pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Star Xaliya Necar ve axaftin hat kirin. Xaliyayê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan li tevahî gelan pîroz kir û got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Guven de bi wate ye û li ser şopa berxwedana wê berxwedana ku me daye destpêkirin em ê bidomînin û Serokê xwe azad bikin."
 
Di dawiya semînerê de li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sînevîzyon hat pêşandan û sînevîzyona hat pêşandan bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.