'Di rûgeşiya gaziyan de hêviya jiyaneke azad heye'
- 11:47 2 Nîsan 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêxstina Kongreya Star serdana gaziyan kir.
Di çarçoveya çalakiyên 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Kongreya Star li navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê serdana gaziyên Şoreşa Rojava kir.
Di serdanê de Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulîxan Tahir axivî û wiha got: "Ji bo ku gel jiyaneke azad, bi rûmet û demokratîk bijîn û hezkirina di navbera gelê herêmê de xurtir bibe rola şervanên ku birîndar û gazî bûn, pir girîng bû. berxwedan û têkoşîna gaziyan ne hêsan bû. Lê bi avakirina jiyaneke azad, xemgîniya wan veguherî kêfxweşiyê û di rûkeniya wan de hêviya jiyaneke azad xuya dikir."
Li gaziyên şoreşê bi minasebta Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan ji bo ku biçînin şitlên gulan hatin belavkirin û şêranî hat dayîn.