Serokê YSK'ê: Cihê îtîraz tune be em ê mazbata bidin
- 11:42 2 Nîsan 2019
- Rojane
ENQERE - Serokê YSK'ê Sadî Guven, der barê encamên hilbijartinê yên ne bi fermî de daxuyanî da. Sadî anî ziman ku cihê îtîraz der barê encama hilbijartinê de tune be, dê mazbata bidin.
Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) Sadî Guven, li pêş avahiya YSK'ê pirsê rojnamegeran bersivand. Guven, diyar kir ku hilbijartin bi dawî bûye û encamên ne fermî yên hilbijartinê bi partiyên siyasî re parve kirine.
Sadî, anî ziman ku ji duh ve pêvajoya îtîrazê dest pê kiriye û ev pêvajoya îtîrazê didome û wiha got: "Îro heta 15.00'an dikarin îtîraz bikin. Divê Lijneyên Hilbijartinê yên navçeyan heta 2 rojan biryar bidin. Lijneya Hilbijartinê ya bajaran divê di nava rojekê de biryar bidin. Yên îtîraz kirine divê di nava 2 rojna de bersîv bê dayîn. Di nava 3 rojan de bixwazin wê bên serî li me bidin. Cihê ku îtîraz tune bin jî em ê mazbatayên wan bidin wan.