Destûrê nadin ku xizmên girtiyan biçin Enqereyê

  • 11:39 2 Nîsan 2019
  • Rojane
ENQERE - Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ku ji heyetekê pêk tê ji bo bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin çûn Enqereyê. Heyet di têketina Enqerê de hat rawestandin. 
 
Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne ku ji heyetek pêk tên ji bo daxwaza girtiyan bibin bi Wezareta Dadê re biaxivin berê xwe dan Enqereyê. Heyeta ku nav de Dayikên Aştiyê hene di têketina Enqereyê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Heyeta ji 100 kesî pêk tên ev ji 2 saetî zêdetir e li Navçeya Golbaşi ya Enqereyê bêyî ku tu hêcet bê nîşandan hatine sekinandin. Heyet dê li gel Wezareta Dadê bi partiyên siyasî re jî hevdîtin bike. 
 
Malbatên wek heyet gihîştin hev ji bajarên wek Wan, Mêrdîn, Êlih û Amedê çûn Enqereyê.