'Di hilbijartinê de pêkanînên antîdemokratîk'
- 10:26 2 Nîsan 2019
- Rojane
SÊRT - Aktivîst Olmo Perînî ku ji bo hilbijartinê bişopîne ji Îtalyayê hat, destnîşan kir ku hilbijartin di bin zext û zoriyan de dest pê kiriye û got: "Li herêmên hilbijartin kesên çekdar hebûn. Ev nîşaneya pêkanînên antîdemokratîk e."
Li ser vexwandina HDP'ê, ji gelek welatan Ewropayê bi dehan aktivîst hatin herêmê. Aktivîstên ji Îtalyayê hatin, çavdêriyên xwe yên der barê hilbijartinê de ragihandin.
Aktîvîst Olmo Perînî, destnîşan kir ku roja hilbijartinê ew pêşî bi zext û zoriyên polîsan re rû bi rû mane û got: "Hilbijartin bi zext û zoriyan dest pê kir. Li herêmên hilbijartin kesên çekdar hebûn. Ev nîşaneya pêkanînên antîdemokratîk e. Li derve girseyeke hilbijêran hebû. Her wiha nêzî 150 polîs jî hebûn. Li wir barîkatek mezin hat çêkirin. Dibistan wekî binkeyeke leşkerî dihat bikaranîn. Me dît, kesên ji derve dihatin li vir dengê xwe bi kar dianîn."
Aktîvîst Cecilia Soldino jî diyar kir ku ew li Stenbolê hatine astengkirin û wexta hatine Sêrtê heman astengî li vira jî hebûne û got: "Li pasaporta me nerîn û ji me re gotin 'Hûn ji bo çi hatine vira? Ma hûn nizanin ev hilbijartin hilbijartineke zehmet e?' Li Balafirgeha Stenbolê hin hevalên me hatin dersînorkirin û wan şandin Îtalyayê."
'Kesên bi çekdar hebûn'
Cecilia diyar kir ku di dema çavdêriyê de polîsekî ji Parlementerê HDP'ê Sidik Taş re gotiye "Tu ne wekîlê min î. Tu wekîlê terorîsta yî" û got: "Ev çewisandineke siyasî ye. Her wiha li gelek dibistanan nehiştin em çavdêriyê bikin. Li herêmên hilbijartin kesên çekdar hebûn. Ev nîşaneya pêkanînên antîdemokratîk e. Li Îtalyayê tiştekî wisa tune ye." Cecilia bal kişand ser zext û zoriyên li ser HDP'iyan û got: "Ji ber rewşa niha fikarên min hene. Bêyî belge û delîlan gelek endamên HDP'ê girtîne. Dewlet û polîs li gor dilê xwe tev digerin. Çi bixwazin dikin. Ev çewisandin in, çewisandinên siyasî ne."